Skip to main content

Vänsterpartiet – kurmancî

Partîya Çep li alîyê te ye – tu weke kirêdar, weke xwendevan, weke daxwazkarê penabertîyê. Em ê li himber guherînên seqayê xwe biguncînimn, li xweşguzeranîya civakî weberhênanê bikin û hêzê vegerînin bo gel. Em ê Malmöyekê ava bikin ku hemû kes bi hev re hevgirtî bin û ku her kes bikaribe têde bijî û jîyara xwe bike. Ji ber ku Malmö divê wusa be.

🏘️ Xanîyên erzan: 

Bi erzantir akincî be. Û bi rengek kesktir. Roberek mezintir ji bo endamên malbatê. Malmö dikare wusa be. Lê îro xanî bi bihayên pir bilind tên avakirin û kirê sal bi sal zêdetir dibin, malbatên xwedî zarok ji xanîyan tên derxistin û ciwan nikarin ji mala dê û bavên xwe cuda bibin. Em qebûl nakin ku bazar biryarê bide ka kî dikare li Malmö bijî û kî nikare. Em ê kirêyan bicemidînin û xanîyên bi kirê yên erzan zêdetir bikin, û bi enerjiyêk paqij ava bikin. Em ê kolanên guncandî ji bo zarokan çêbikin û deverên kesk ava bikin, ku cîran bikaribin têde li hev bicivin.

Partîya Çep dixwaze: 

● Kirêyan bicemidîne– zêdekirina kirêyan rawestîne 

● Zêdetir kolanên ji bo zarokan guncandî, û kesk çêbike

● Xanîyên erzantir ava bike û zêdetir bike.

✏️ Dibistaneke baş: 

Îro mamoste ji ber karê zêde gelek ji hêz dikevin û gelek xwendekar alîkariya ku hewce ne nagirin. Divê ne wisa be. Zarok hemşîreyên pêşerojê ne, şervan û endezyarên seqayê ne. Bêguman divê em weberhênanên pêwîst bikin! Em ê komên zarokan biçûktir bikin, mamosteyan zêdetir damezrînin û alîkarîyê zêdetir bidin wan xwendekarên ku hewceyî piştgirîya zêdetirin. Dibistan divê nêzîk be û ji bo hemû kesan bixebite, û li her deverk Malmö tu akincî bî. 

Partîya Çep dixwaze: 

● Pol û komên zarokan biçûktir bike 

● Mamoste û karmendên dibistanê zêdetir damezrîne. 

● Pereyên zêdetir bide ji bo piştgiriya xwendevanan. Karên zêdetir, karên baştir: Bêkariyeke pir bilind, şertên û mercên nebaş li kar û mûçeyên nizm. Ev dikare were guhertin. Em ê li xweşguzeranîya civakî weberhênanê bikin û kesên 

🧑🏼‍🚒 zêdetir damezrînin

Her wusa em ê mûçeyên herî kêm bilind bikin, da ku herkes pereyên wî/wê têrê bike heta dawiya mehê. Em ê di guherîna kesk de karên baştir biafirînin, ji ber ku divê tu kes bêkar nemîne. Lê kar ne hemû jiyan e. Tu kar dikî da ku bikaribî bijî. Ji ber vê yekê em dixwazin demjimêrên kar kêm bikin, da ku te demekê zêdetir hebe ji bo malbatê, demê azad û jiyanê. 

Partiya Çep dixwaze: 

● Mûçeyên herî kêm bilind bike 

● Hefteya kar ji 30 demjimêran pêk bîne 

● Zêdetir kesan damezrîne ji bo xweşguzeranîya civakî û karên kesk biafirîne.

 

Pirsên zêdetir

🚃 Veguhestina giştî ya belaş/bê pere:

Em ê veguhestina giştî erzan bikin, da ku zêdetir kes li şûna bikaranîna trumbêlan trên û otobusê hilbijêrin. Bi weberhênanan li rêyên hesinî de trên dê di wextê xwe de biçin. Bi bilêta neteweyî ya Sverigebiljett em ê hatinûçûnê domdartir û erzantir û hêsantir bikin li seranserê welat! Di demeke dirêj de, bêguman, veguhestina giştî li Malmö divê belaş be.

🌳 Guhertina kesk: 

Divê em belavebûn û derketina gazên fosîl rawestînin, bi rîya weberhênanê di enerjiya nûjen û bi berfirehkirina çêkirina elektrîkê ya herêmî li Malmö. Panêlên rojê li ser avahiyên giştî û keskatiya zêdetir dê bajêr domdar û xweştir bibe. Em dixwazin kolanên ji bo zarokan guncayî û kesk biafirînin, ku mirov û jîngeh li pêşiya trafîka bêhewce bên. 

⛑️ Lênihêrîna tenduristiyê ya gihiştbar: 

Lênihêrîna tenduristiyê divê her dem li ser bingehê hewcedariyan be û qet ji bo qezencê neyê birêvebirin. Em dixwazin lênihêrîna didanan belaş be, lênihêrîna tenduristiya jinan were xurtkirin û psîkiyatrî berfirehtir bibe, bi çaverêkirina kurttir. Em ê çavkaniyên zêdetir bidin navendên tenduristiyê, da ku hemû kes di wextê xwe de alîkarîyê bistîne, di sîstemekê tenduristiyê yê wekhev û gihiştbar de. 

🌏 Siyaseta koçberîyê ya mirovahî: 

Em ê kar bikin ku me siyasetek ya koçberîyê ya mirovane û piştgirîdar hebe, ku mirovên revîyane bên parastin ku ev yek mafê wan e. Destûrên mayîna berdewam (îqama dayîmî) divê norm be, û siyaseta derxistinê divê were rawestandin. Malmö divê her tim weke berê bimîne bendera hêviyê, ku ji bo mirovahî û ewlehiyê radiweste. 

❤️ Piştgiriya navneteweyî 

Em piştgîrîya navneteweyî dixwazin. Em li dijî dagirkerî û şerên emperyalîstê ne, ku bi hinartina çekan û militarîzasyona rastê tên piştgîrîkirin. Mafê hemû welatan ji bo xwebirêvebirinê divê were rêzgirtin û hevkariyên bê rewişt divê bidawî bên. Nabe ku daxwazên giştî yên bajarê Malmö bi kompanîyên an dewletên ku sûcên şer dikin û mafên mirovan binpê dikin bêne kirin. 

🚩 Demokrasî û wekhevî

Divê perên xanenişînîyê zêde bibe, lênihêrîna kal û pîran were xurtkirin û piştgiriya ji bo kesên bi cudahiyên fonksiyonel baştir bibe. Divê demokrasî zêdetir bibe û bi derfet ji bo beşdarbûna mirovan di biryargirtinê de kûrtir bibe. Em ji bo civakeke wekhev, azad ji cudakariyê, cudahiyên çînî û nijadperestiya strukturî, têdikoşin. 

⚽️ Demê azad yê zêdetir 

Divê hemû kes xwedî demeke azad be û pirî çalakiyên dewlemend û belaş be, xwedî jiyana komelayetî a zindî û cihên vekirî yên civînê be. Pirtûkxane divê demjimêrên vekirinê yên fireh hebin û li nêzîkî mirovan li seranserê bajêr hebin. Em dixwazin civaka sivîl xurt bikin û lokalên ewle û belaş zêdetir bikin ji bo civîn û komeleyan. 

🥕 Jiyana rojane ya erzantir

Divê hemû kes bikaribin xercîyên jiyanê bidin! Em ê jiyana rojane erzantir bikin bi kêmkirina bihayên zêde û xurtkirina aborîya malbatan. Divê tu kes nebe ku ji bo kirêya xwe bi xem be an bi xetera derxistina ji xanî bifikire. Bi bacgirtina zêdetir ji dewlemendên herî dewlemend, em dikarin di xweşguzeranîya civakî de weberhênanê bikin û hewcedariyên mirovan li pêşiya bazarê bi cih bînin.

🎭 Jiyana çandî ya zindî 

Çand bêguman beşek ji xweşguzeranîya civakî ye û divê ji bo hemû kesan gihiştbar û belaş be. Em ê piştgiriyê ji bo jiyana çandî ya serbixwe zêde bikin, pirtûkxaneyan berfireh bikin û li dibistana çandê weberhênanê bikin. Jiyaneke çandî ya zindî alîkare ji bo hevgirtinê, afirînerîyê û pêşveçûna civakê. 

🏳️‍🌈 Malmöya Queer 

Malmö divê ji bo kesên HBTQIA+ bajarekî ewle û hemderd be. Em dixwazin encomenekê ji bo HBTQIA+ ava bikin, ji bo Pride piştgîrîya dirêjdem were dayîn û lênêrîna tenduristiyê ya transê ji bo hemû kesan belaş û gihiştbar be. Li Malmö, hemû kesan mafê wan heye ku bi awayê ku dixwazin bin.